Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Obama Banga Ciwanên Birêtanya Dike ku Heznekirina Biyaniyan Red Bikin


Serokê Amerîka Barak Obama bang li ciwanên Birêtanya kir ku red bikin reşbîniyê, rexnegiriya neyênî û dilreşiya ji biyaniyan.

Banga wî hat di guftûgoyekê de îro şemiyê li Londonê piştî rojekê ji wergirtina hin rexeyan li dor helwesta wî ya piştgiriyê bo mayîna Birêtanya di Yekîtiya Ewrupî de.

Obama got di demên guhertinan de, hewil dibin ji bo darêjtina nasnameyan. Wî got, "Hin tişt hene divê em li dijî wan şer bikin. Globalîzm û hevtemamkirin divê neyên dîtin wek gefan, belê wek derfetan. ”

Obama pirsiyar li dor gelek babetan wergirtin, di nav de jî, ew dixwaze serokê bê yê Amerîka çi bike, û karên wî dê çawa bêne wergerandin piştî bidawîhatina dema wî ya serokatiyê.

Serok di vê derabê de anî ziman ku ew ê piştî 10 salan karibe karê xwe binirxîne, lê wî got, "Ez bawerim di piroseya serokatiyê de ez bi xwe re rast bûm."

XS
SM
MD
LG