Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Merkel û Tusk li Entabê Çûn Serdana Kampa Penaberan


Serokwezîra Almanyayê Angela Merkel, Serokê Komisyona Yekitiya Ewrupayê Donald Tusk û cîgirê wî Frans Tîmmersan, hatin Tirkiyê û çûn serdana kampa awareyan li Nîzpa Entabê.

Ev serdane dewamîya hevdîtina civina di 20ê adarê de bû ku Peyman jibo kontrola koça penaberan ber bi Ewrupayê ve hatibû morkirin.

Serokê Komisyona Yekîtiya Ewrupayê û serokwezîra Almanyayê pesnênên Tirkiyê dan jibo xebatê wan yên li ser penaberan.

Donald Tusk got ev serdan jibo çavderiya peymanê ye bê ka çawa birêve diçe.

“Em neha encamên berbiçav yên peymanê dibinin. Ji meha Adarê virve koça kaçax ya penaberan li ser behra Egeyê kêm bûye.”

Tîmmersan jî got Davutoglu û hikûmet şertên peymanê bi serkeftî bicî tînin.

Merkel jî got ev serdan fersende ku dikarin bibinin ka Tirkiye şertên peymanê bicî tîne an na.

Davutoglu got peymana şandina penaberan, dema ku muafiyeta vizeye destpêbike wê bicî bînin.

"Çi bar bikeve ser me emê bicî bînin lê em li hêviyê ne ku YE wezifa xwe bicî bine û pêvajoya hiqûqî bide temam kirin. Ger wusa nekin emê peymana qebûlkirina bîcî neynin."

Merkel got ew lezê didin xebatên jibo muafiyeta vizeye. Wan mijara vîzeyê kiriye bernameya xwe ya dawiya Heziranê.

Wê got divê Tirkiyê şertan bicî bîne û ew li ser hin aliyên vê mijarê rawestiyane.

"Komisyon di 4ê Heziranê de rapora xwe peşkeş dike. Emê li ser vê mijarê bisekinin û li gorî peymanê tevbigerin. Lê dixwazin hem ewlekariyê hem jî serbestiya vizeyê jî pêk bînin."

Hun dikarin dirêjahiya raporte di fayla deng de gohdar bikin

Piştî peymanê çûndina kaçax ya penaberan ber bi ewrupayê kêmtir bûye.

Komisyona YE da zanîn di meha Sebatê de hejmara awareyan 58 hezar bû. Lê piştî peymanê ev reqam ket 7800î.

Rêxistina Lêxweşbûna Navdewletî îddia dike Tirkiye zorê li awareyan dike ku vegerin Surîyê. Lê Tirkiye li dijî ban îdayan derdikeve.

Ji bo guhdarîkirina li raportê faylê deng veke

please wait
Embed

No media source currently available

0:00 0:04:26 0:00

XS
SM
MD
LG