Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Muhsin Tahir: Em ligel PYD, Dijî Rêjîma Sûriyê Ne


Piştî şerekî giran di navbera hêzên Kurd û yên rêjîma Sûriyê de li bajarê Qamişlo, ku di encamê de bi dehan kesan jiyana xwe ji dest dan, doh her du alî gihîştin agirbestekê.

Endamê mekteba siyasî ya Partiya Demuqrata Kurdistan-Sûriyê (PDK-S) Muhsin Tahir di hevpeyvînekê de ligel Dengê Amerîka mebesta rejîmê ji destpêkirina şer re şîrove kir û got:

“Mebesta rejîma Sûrî û mîlîtanên girêdayî wê ewe ku devera Kurdî ji xelkê wê vala bikin, wan hewil da şerekî navxweyî di navbera pêkhateya Kurd û Ereb de derxe hole lê plana wan têk çû. Li beramber van hewildanan ji mafê xelkê ye ku li dijî wan rawestin.“

Tahir ku li bajarê Qamîşlo dimîne behsa daxuyaniya Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê( ENKS) li şerê Qamişlo kir û diyar kir ku ew bêhtir gazin bûn ji aliyê PYD, belê ew wek ENKS xwe li dijî rejîmê li aliyê PYD dibînin.

Ji bo guhdarîkirina li hevpeyvînê faylê deng veke

please wait
Embed

No media source currently available

0:00 0:07:54 0:00

XS
SM
MD
LG