Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Konferansa Aşitiyê ya PENê li Amedê Didome


PEN a Kurd bi beşdarbûna endamên PEN a Tirk û yên Cîhanî, li Amedê Konferensa aştiyê lidar dixe.Saziya Nivîskar û Ronakbîrî PENa kurd ku, beşeke ji PENa Navnetewî ye, biryar girtiye di nava şer de, konferenasek aştiyê encam bide. Jibo konferansê gelek nivîskar, lêkolîner, rewşenbîrên Kurd û Tirk û biyanî beşdar dibin.

Konefransa “Aşitî, çawa, ji bo kê?” bi gotarên serokên PENên welatan destpêkir. Serokê PEN’a Kurd Şêxmûs Sefer, Seroka PEN’a Tirk Zeynep Oral, cîgirês Seroka Giştî ya PEN’a navdewletî Eugene Schoulgin, Serokê koisyona Aşitiyê yê PEN’a navdewletî Tone Persak û Hevşaredarê Amedê Firat Anli axaftinên xêrahtinê kirin. Herwiha hevjîna Tahir Elçî jî nameyek bi kurdî xwend jibo giringiya aşitiyê.

Seroka PENa Tirk Zeynep Oral ne tundiya dewletê ne jî terora tundiyê pirsgirêkê çareser nake. Helebt wê rojek aşitî pêk were lê çima neha pêk nayê. Em liv ir in ku dengê aşitiyê bilind bikin. Em berpirsn ji hemî mirovan û dexwaza aşitiyê erka me hemiyan e.

Hevşaredarê Amedê Firat Anli got li Amedê û herêmê demek dirêje şahî çênabın, gel xemgîn e. Heft mehên dawî derxist holê ku Kurdan qet dewletê nas nekirine. Dewlet, bi kirinên cebabîre qetlîaman, fermanan, qirkirinan li ser Kurdan pêk tînin.. berpirsiyarî ya herkesî ye ku çima pêşiya şer nehatiye girtin.

Navnewtî Eugene Schoulgin jî bibîrxist ku PEN piştî şerê cîhanê hat avakirin li ser pêdiviya aşitiyê. Wî got dîmen û bûyerên ji çar perçê Kurdistanê tên trajedi ne.

"Em weka PEN dibînin ku wekî ku Kurdan xatirê xwe ji aşitiyê xwestibe û û Erdogan jî tene neyartiyê zêde dike. Neha gerineyeke şaş heye, politikaya serdest ya cîhanê jî ne başe . Yekitiya Ewrupayê jibo pirsgirêka penaberan politikayen ku mirov şerm dike, çêdikin. Em divê bikaribin kesên ku dengê wan biser bikevin, wan bînin ba hev. Dilên aşitîxwaz û lêgerîn dê biser bikeve. Axaftin hêsane lê pêkanîn zehmete.Bi nêrîna partiyên neyar aşitî jî nayê.

Tom Porsak jî got PENa Navnetewî jibo aşitiyan konferansan çêdike. Endmê wan yên Kurd û Tirk nîqaşan dikin ku di nav gelan de çawa diyalog û nîqaş destpê bike. Ev dibe ku gava pêşîn be.

"Li hember azadiyê hurmet tunebe, aşitî jî pêk nayê. Mafê mirovan ne ciyê nîqaşê. Diê di dibistanên seretayî de perwerde hebe jibo aşitiyê û hurmetgiritina mafê mirovan."

Ji bo guhdarîkina li raportê faylê deng veke

please wait
Embed

No media source currently available

0:00 0:05:51 0:00

XS
SM
MD
LG