Hunermendê şêwekar Rodî Xelî li gundê Til-Hedad jidayik bû, ya bi ser parêzgeha Hesekê ve ye li herêma Cizîrê Kurdî.
Rodî xwendina xwe ya hunerî li zanîngeha Şamê qedand- beşê hunrea ciwan.
Ev sere 25 sanla ye ku Rodî mijûlê hunerê bûye û beşdarî gelek pêşangeh bûye li çend welatên cuda li cîhanê: Amerîka, Holanda, Tirkîye, Almanya, Îspanya, Brîtanya, Lubnan, Ukrayna û hin welatên din.
Sîtîl û şêweya Rodî bi kesayetiya wî ve girêdayî ye, ku ew sembolên dîrokî, kevnetorî di berhemên xwe de bikartîne, lê bi şêweyeke modern.
Rodî dibêje: "Hîna behna ax û toza gund ji pozê min ne çûye, ji ber wê ez wan sembolan bikartînim, û rengê bîranînên xwe di tabloyên xwe de der tînim."
Rodî mîna her kesekî Sûrî û Kurd ketiye bin bandora bûyerên li Sûriye û Kurdistanê û ew tişt di berhemên wî de diyar dibin, ku 9 kevalên bi navê "Qîrîn-Bangewazî" aferand li ser bûyerên li Rojhilata Navîn.
Li Elmaniya, Rodî peyama xwe dighîne kesên biyan û di riya sembolên xwe de, zimanekî nû diaferîne û êş, hêvî û hezkirina devera xwe ya ku lê hatiye dunyayê û lê mezin bûye bi wan dide nasîn.
Ji bo guhdarîkirina vê hevpeyvînê, fermo vî faylê deng veke