Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hest û Helwest: Çekdarkirina Amerîka bo Hêzên Xwecihî li Sûriyê


Ridwan Badînî û Mehmûd Ebbas

Serokê Amerîka Barak Obama doh dduşemê şandina hêzeke taybet bo Sûriyê ragihand ku pêk tê ji 250 kesî ji bo berferehkirina karê hêza 50 kesî ya berê heyî li wir ku armanc jê ewe alîkariya hêzên xwecihî di têkbirina Daiş de û rizgarkirina navçeyan.

Obama dupat kir ku ew dê serkirdayetiya şer nekin belê tenê dê alîkarî û rahênanê dabîn bikin ji bo hêzên xwecihî.

Peyvdarê wezareta Berevaniya Amerîka Peter Kûk got ev hêz dê li Sûriyê bimîne ji bo demeke destnîşankirî û wî bidûr nexist şandina hêzên bêhtir.

Kûk di derbarê Sûriyê de hêvî kir ku bi alîkariya vê hêza taybet hêzên xwecihî karibin di demeke nêzîk de parêzgeha Reqqayê ji Daiş rizgar bikin.

Gelo ev hêz ta kîjan astê dê çalakdar be li ser erdê û dê çawa karibe hêzên xwecihî pêşbixe?

Bernameya Hest û Helwest bi beșdarbûna du mîvanan ronî dide ser vê babetê:

Mamosteyê zanîngehê Ridwan Badînî ku li Herêma Kurdistana Îraqê dimîne û rawêjkarê Encûmena Niştimanî ya Kurdistanî li Sûriyê Mehmûd Ebbas ku li wîlayeta Têksas dimîne.

Ji bo guhdarîkirina li bernameyê, faylê deng veke

please wait
Embed

No media source currently available

0:00 0:23:11 0:00

XS
SM
MD
LG