Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ferhad Bakqir Tundûtijiya Dawî ya Tirkiyê Şîrove Dike


Ferhad Baqir
Ferhad Baqir

Îro yekşemê li Tirkiyê erebeyeke bumbekirî li bingeheke polîs da li bajarê Gazîeytabê, du efserên polîs kuştin û 22 kesên din birîndarkirin.

Li alîkî din, çend rokêt li bajarokê Kilis ketin û hin ziyanên mirovî encam dan.

Endamê birêvebiriya Komeleya Parêzerên Kobaniyê Ferhad Baqir di hevpeyvînekê de li gel Dengê Amerîka bilindbûna asta tundûtijiyê li Tirkiyê şîrove kir û got:

“Ez bawerim destên Istîxbaratê herêmê giş di van bûyeran de hene û di nav wan de Istîxbaratên Tirkiyê bi xwe jî, Tirkiyê dixwaze bêje ku ew rastî terora Daiş û PKK tê.“

Baqir ku li Tirkiyê dimîne bal kişand ser rewşa xelkê sivîl li ser sînorê di navbera Tirkiyê û Sûriyê de û diyar kir ku ew tenê baca berjewendiyên van hêzên leşkerî li herême didin.

Ji bo guhdarîkirina li hevpeyvînê faylê deng veke

Ferhad Baqir 05_01_16
please wait

No media source currently available

0:00 0:09:34 0:00

XS
SM
MD
LG