Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hoşîn Omer Behsa Rawestana Karê Malpera Welatî Dike


Piştî pênc salan ji romalkirina şerê Sûriyê û bûyerên herêmên Kurdan bi awakî taybet, îro yekşemê malpera Welatî.Net di daxuyaniyekê de rawestana karê xwe ragihand.

Birêvebirê giştî yê malperê Hoşîn Omer di hevpeyvînekê de li gel Dengê Amerîka sedemên rawestana malperê şîrove kirin û got:

“Zêdebûna malperên ku beşek ji wan bê pirinsîbên rojnamegerî kar dikin, û ragihandina partîtî ku ziyan gîhand rojnamegeriya azad û her wiha pirsgirêkên darayî, bûn sedem ku em biryarê bidin malperê rawestînin.“

Omer ku li Belçîka dimîne, bal kişand ser kêmkasiyên xwe wek tîmê karê malperê ku “Nikaribûn ji aliyê darayî ve bi awakî serbixwe xwe amade bikin ji demeke wiha re.”

Ji bo guhdarîkirina li hevpeyvînê faylê deng veke

Hoşîn Omer 05_08_16
please wait

No media source currently available

0:00 0:07:25 0:00

XS
SM
MD
LG