Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Imran Mensûr Behsa Kombûnên Parîsê yên li Dor Sûriyê Dike


Imran Mensûr
Imran Mensûr

Wezîrê derve yê Fransa Jean Mark Ayrrault ku îro kombûnekê li gel opozisyona Sûrî li Parîsê lidardixe, got hêzên hikûmeta Sûrî û hevalbendên wan kampên penaberan, nexweşxane û opozisyona nermerê bombebaran dikin.

Wî got kombûna îro duşemê dê banga Rûsya bike ji bo danîna fişarê ser rêjîma Sûrî ji bo rawestana êrîşan.

Parêzer Imran Mensûr di hevpeyvînekê de li gel Dengê Amerîka helwesta Parîsê di vê derbarê de şîrovekir û got:

“Fransa dixwaze diyar bike ku Ewrupî yek in li dijî van êrîşan. Ew her wiha dixwazin bi vexwendina serkirdeyê opozisyonê Riyad Hîjab ragihînin ku ew piştgiriya opozisyona nermerê dikin. “

Mensûr ku li Parîsê dimîne, di axaftina xwe de behsa rola diyar a Amerîka û Rûsya kir û got eger ew herdû hêz tiştekî nekin çi aliyên din nikarin bikin.

Ji bo guhdarîkirina li hevpeyvînê faylê deng veke

Imran Mensûr 05_09_16
please wait

No media source currently available

0:00 0:06:35 0:00

XS
SM
MD
LG