Agahiyên Dawî li dor geşta esmanî ya Misrî jimar 804 diyar dikin ku huşadariya domanê ya balafirê çalak bûbû berî ketina wê nav derya sipî.
Desthilatdarên Misrî vekolînan dikin li dor jêdera wê domanê.
Tîmên lêgerînê hin bermayên mirovan dîtin, li gel hin kelûpelên kesayetî yên sernişînên balafirê, lê ew hîn li balafirê, an li perçeyê wê yê mezin digerin.
Hêjayî gotinê ye ku balafir roja pêncşemê li nêzîkî qeraxa derya ya Misir ket bin avê.
Ew ji Parîsê diçû Qahîra û 66 sernişîn li ser pişta wê bûn.
Raportên seretayî gotin balafirê çi bangên hawarê nekirin.