Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

33 Hezar Koçber ji Bakurê Helebê Derbasî Efrînê Bûn


Zelox Bekir
Zelox Bekir

Di hefta çûyî da, piştî şerê Daiş li derdorî Marê, hejmarek bilind ji hemwelatiyên bakurî Helebê derbasî herêma Efrînê bûn, piraniya wan ji bajarokê Marê û şêx îse ne.

Zelox bekir, cîgirê herokê desteya kar û barê civakî li ser rewşa penaberan axivî û got:

"di hin alavên raghandinê yên cîhanî de hate belavkirin ku herêma Efrînê penaberan hebêznake, lê weke tê xwyiakirin şerê navbera rêxistina Daêş û giropên girldayî opozisionê li bakurî helebê pêleke koçberiyê nuh bi xwe ra bervî Efrînê anî, li gorî jimarên dawî, bêtirî 33 hezar penaber ketî Efrînê, derdorî 4125 malbet hatin bicîhkirin, piraniya wan ji bakurî Helebê û herêma el-Şehbe ne, bi taybet piştî Daêş êrîşî Marê û şêx Îsa kir."

Tê zanîn ku derfeta herêmê têra penaberan nake, hejmaerk ji wan di hindir herêmê de bicîhdibin, yê din jî di kammpa Robar de tên bicîhkirin, tevî ku zêdetirî 500malbet niha li kampê heye, û tenê 250 kon heye.

Komeleyên xêrxweziyê li herêmê derfetên kêm bidestê wan de hene têra koçberan nakin, lê bi hevkariya navbera xêrxwazên herêmê û komeleyên di hindir Efrînê de kardikin pêşwaziya penaberan bikin.

Raport bi deng 06_04_16
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:11 0:00
Direct link

XS
SM
MD
LG