Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan nameyek şand hevtayê xwe yê Rûsî Vladimir Putin û roja netewî ya Rûsî pîroz kir.
Hêjayî balkişandinê ye ku ji gêrkirina firoka Rûsî vir ve, cara yekê ye ku Enqerê peywendî bi Moskowê re dike.
Ajansa AFP dibêje, ev name hewila dawî ya Tirkîyê ye ku dixwaze peywendîyên xirabûyî jinûve baştir bike bike ku di meha Mijdarê vir ve di asteke xirab de ye.
Karbidestekî Tirk ku nexwest navê wî eçkere be, ji AFP re got ku Erdogan di 12'ê Hazîranê de, bi hilkefta Roja Netewî ya Rûsya nameya pîrozbahî şandiye.
Erdogan jî televîzyona NTV re gotiye ku ew hêvîdar e ku peywendîyên her du alîyan bigiheje asta bilindtir.
Berdevkê Kremlîn Dmitry Peskov jî li Moskow piştrast kir ku nameya Erdogan ya ji Putin re, bi rêkên dîplomatîk giheştiye destê wan.