Hunera Karîkator ji dest pêka xwe ve, hest û derbirîniyên civakê şîrove dike bi rexneyên tûj û bi wate.
Di nav civaka kurdî de jî ew huner şêna xwe digre bi erkê xwe radibe, ji rexneya şaştiyên siyast, civak ta berxwedaniya di riwê setemkariyê de.
Dara Strî yek ji wan hunermendê karîkatore ku bi dehên salan mijûlî vê beşê hunerê bûye.
Dara Strî di sala 1968an de li bajarê Helebê ji dayik bû. Koka malabata wî ji Kobanîye.
Ji ber xizaniya malbata xwe nikarî bû xwendina xwe temam bike.
Ji zaroktiya xwe hezkiryê huner û çalakiyan bû, ji ber wê tevî rêxistana gêncên komenîst bû da beşdarî çalakiyan bibe.
Bandora hunermendê Sûrî Alî Ferzat li ser karî wî heye, mîna mamostayekî pispor di beşê karîkatorê.
Dara Strî li Stanbûlê dijî tevî malbata xwe, ku ji ber şer û cenga Sûrî koçberî wir bû.