Berpirsên Îtalî dibêjin tenê di du rojan de bi kêmanî 7 hezar koçber ji gemiyên biçûk di derya sipî de hatin rizgarkirin.
Berpirs dibêjin 2 hezar koçber doh înê hatin rizgarkirin û 5 hezar jî roja pêncşemê.
Gemiyên Îtalî li gel yên rêxistina Pizîşkên Bêsînor bêhtirî 40 operasyonên rizgarkirin birêve birin.
Koçberên ku bawere bêhtirî wan ji welatên Ereb û nîv beyabana Afrîqayê ne, hewil didin derbasî Ewrupa bin.
Desthilatdar dibêjin aramiya piştî hefteyekê ji keşûhewaya xerab hîşt jimara koçberan bilind bibe di demekê de ku qaçaxçî operasyonên xwe yên ne rewa berdewam dikin.
Piraniya van koçberan ji Lîbya destpê dikin.
Hêzên deryayê yên Lîbya gotin wan roja pêncşemê rê li hezar koçberî girt ku hewil didan biçin Ewrupa.