Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dewleta Tirkiye Dijî DBP Peyamên Tund Dide


Rayedarên dewletê di çend mehên dawî li ser şaredariyên DBPê peymanên tund didin û îdida dikin ku şaredarî ji PKKê re pereyan dişinin. Herwiha dibêjin di dema qedexe û operasyonan de piştgiriya hêzên YPSê kirine. Hem serokkomar hem serokwezîr li şaredariyan gefan dixwin û dibêjin ewê şaredaran ji kar bigrin û di şûna wan de kayuman tayin bikin.

Li ser vê ihtîmalê hemû hevşaredarên şaredariyên di destê Partiya Heremên Demokratîk (DBP)ê de roja şemiyê li Amedê civiyan.
Hevseroka DBPê Sebahat Tuncelê di axaftina xwe de got hemî destkeftiyê wan bi ked û tekoşîna salan e û bi berdêlên giran yên gelen Kurd in.

Leyla Imret
Leyla Imret

Wê got nîqaşên kayumê jî ne tiştek nu ye bi poltikaya şer ve girêda ye.

“Heta neh 185 hevalên DBPÊ hatin binçav kirin. 21 şaredarên DBPê neha di girtigehê de ne. 33 endamên meclisa DBPê jî girtî ne. Jixwe bi van girtinan jî dertê ortê ku salek e bi girtinan dixwazin şaredariyên me bê bandor bihêlin.”

Wê îdi kir AKP dixwaze li navçeyên li ser sînorê Surîyê vala bike û li cihê navçeyên Kurdan koridorek ava bike. “Jibo pêşî li yekitiya kurdan bigrin dixwazin li sînor korîdorek ava bikin. Mesel statuya kurdan e û ev siyaseteka plankiri ye.”

Siyasetvana Kurd got “106 şaredariyên me û li meclîsê 59 parlementerên me hene ev hemu bi xêra vê ked û têkoşanê ye, ne bi xêra kesî ye. Kes bila hewes neke ku dibêjin bi rêya kayuman şaredariyan ji destê me bigrin. Ev şaredarîyên gel in û me mirin jî daye ber çavên xwe. Em ê van nirxên gelê xwe heta dawiyê biparêzin.’’

Xetican Farqin
please wait

No media source currently available

0:00 0:05:44 0:00
Xetican Farqin 2
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:32 0:00

XS
SM
MD
LG