Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Helebê bi Kêmanî 30 Kes bi Rokêtan Tên Kuştin


Medya dewleta Sûriyê dibêje 30 kes hatin kuştin di encama avêtina rokêtan de li bajarê Helebê, ku bajarê Sûriyê herî mezin e û bûye meydana şerekî giran di navbera aliyên dijber de.

Ajansa Sana dibêje gurûpên serhildêr taxên sivîl yên di bin destê hikûmetê de ji xwe re kirin armanc, doh înê êvarî.

Çavdêriya Sûrî ya mafê Mirov ku bingeh li Londonê ye, dibêje 34 kes hatin kuştin, 6 ji wan zarok an jin bûn.

Ew dibêje 9 kesên din, ku ji wan 8 zarok û jin bûn, hatin kuştin di encama êrîşên esmanî yên Rûsî an Hikûmeta Sûrî û êrîşên rokêtan de li ser aliyê bajêr yê di bin destê opozisyonê de.

Tê zanîn, êrîşa hikûmetê ya roja pêncşemê, riya dawî ya derbaskirina pêdiviyên opozisyonê qut kir.

Çavdêrî dibêje pevçûn berdewamin li Helebê

XS
SM
MD
LG