Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Yildirim: Rêveberî û Kontrola Tirkiye Di deste Hikumetê Daye


Şevê di saet di 22:00 an de li Tirkiyê bi hewldana Kudeta hate pêkanin û difra belavokeke hate weşandin û di belavokê de gotibûn “Rêvebiriya welat hatiye desteserkirin”

di belavokê de ev xal hebûn:

“ Hêzên çekdarî yê Tirkîyên ji bo parastina nizama Qnûna bingehîn, ji nû ve damezrandina azadî û mafê mirovan, pêkanîna serdestiya hiqûqê, bi pêkanîna asayîşa ku xerabûye rêvebirîya welat hatiye deteserkirin. Hemû peymanên me yê nêvnetewî dewam bike. Daxwaza me ev ku têkiliyên me bi hemû welatên cîhanê re berdewam bike.”

Li ser daxwaza Serokomarê Tirkiye Recep Tayyîp Erdogan gel derkeftin ser cada bi tekbîran xwepêşandan kirin.

Îro şemîyê saet 12:20 an de Serokwezîrê Tirkîyê Bînalî Yildirim Encama hewldana “Darbeya Leşkerî” nirxand û got bi tevahî 161 kes jiyana xwe ji dest dane û 1440 kes jî birîndar bûn. Herwiha 2839 jî ji rutbyên cûr bi cûr hatine girtin.

Yildirim da zanîn ku hewldana “Darbeya Leşkerî” têk çûye û got êdî rêvebêrî û kontrol di deste hikûmetê de ye û wî got ji bo vê yeke em ji gele xwe re spasdarin.

Zozan Yaşar
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:06 0:00

XS
SM
MD
LG