Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hest û Helwest: Nakokiyên Amerîka û Rûsya li dor Opozisyona Sûrî


Emran Mensûr û Elî Îbrahîm
Emran Mensûr û Elî Îbrahîm

Wezîrê derve yê Rûsya Sergey Lavrov dibêje rêkeftinên dawî di navbera Rûsya û Amerîka de, divê bihêle ku opozisyona nermerê ya Sûrî ji wan cihên di bin destê Cebhet al-Nusra de derkevin da rê vebe ji bo sepandina agirbestekê.

Axaftinên Lavrov hatin piştî axafta wî li gel wezîrê derve yê Amerîka John Kerry li Laos.

Wezîrê berevaniya Amerîka Ashton Carter guman danîn dor hevkariyeke leşkerî li gel Rûsya bo şerê dijî Daiş li Sûriyê.

Carter di konfiranseka rojnamevanî de li Pentagon got Rûsya bi piştgiriya hikûmeta serok Beşar Esed dema şerê navxweyî dirêj dike li Sûriyê .

Wî her wiha got dive Rûsya şerê Daiş bike ji dêvla opozisyona nermerê ya, ku li gor Carter, pêwîste bibin parek ji veguhestina siyasî re ku dê dawiyê li şerê navxweyî yê welat bîne.

Ev nakokiyên di navbera Amerîka û Rûsya de li dor opozisyona Sûriyê ta çi radeyê kûr û asê ne ji bo çareserkirinê?

Bernameya Hest û Helwest bi beșdarbûna du mîvanan ronî dide ser vê babetê:

Elî Îbrahîm, endamê mekteba siyasî ya Partiya Demuqrat a Kurdistan a Sûriyê ku li Tirkiyê dimîne, û parêzer Imran Mensûr ku li Frensa dimîne.

Ji bo guhdarîkirina li bernameyê, faylê deng veke

Hest û Helwest 07_26_16
please wait

No media source currently available

0:00 0:20:47 0:00

XS
SM
MD
LG