Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Mistefa Juma: Rewşa Sûriyê Dê Di Çarçoweya Pirojeyeke Herêmî de Bête Çareserkirin


Mistefa Juma
Mistefa Juma

Hikûmeta Sûriyê dibêje ew amadeye tevlî guftûgoyan bibe li gel opozisyonê bi piştgiriya Neteweyên Yekgirtî dawiya vê mehê li Ginêvê, bê merc û bê destêwerdana derve.

Ev yek hat piştî axaftinên di navbera cîgirê şandê Neteweyên Yekgirtî û cîgirê wezîrê derve yê Sûrî doh yekşemê li Dîmeşqa paytext.

Endamê mekteba siyasî ya Partiya Demuqrata Kurdistan-Sûriyê (PDK-S) Mistefa Juma, di hevpeyvînekê de li gel Dengê Amerîka ev babet şîrove kir û got:

“Hêzên rêjîma Sûriyê dixwestin bajarê Helebê kontrol bikin, lê rewş li gor daxwaza wan nebû û hêzên opozisyonên van demên dawî hin pêşketin bidest xistin, loma wan ev daxuyanî derxist û xwestin bê merc tevlî guftûgoyan bin.“

Juma ku li welatê Nerwîc dimîne bal kişand ser asoyên çareserkirina rewşa Sûrî û diyar kir ku ew girêdayî ye bi pirojeyeke mezintir li herêma rojhilata navîn.

Ji bo guhdarîkirina li hevpeyvînê faylê deng veke

Mustafa Juma 08_01_16
please wait

No media source currently available

0:00 0:07:54 0:00

XS
SM
MD
LG