Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hest û Helwest: Bandora Şerê Minbicê li Bajarê Kobaniyê


Gêlo Îsa, Mislim Mihemed û Bextiyar Hisên
Gêlo Îsa, Mislim Mihemed û Bextiyar Hisên

Ev bû demeke, Hêzên Sûriya Demuqrat HSD bi piştgiriya koalisyona navnetewî operasyona rizgarkirina bajarê Minbijê ji bin deste Daiş destpêkirine û di van rojên dawî de jî derbasî nava bajêr bûn û niha şer di nav kolanên Minbicê de dibe.

Rola hêzên Kurdî YPG û YPJ, di vê operasyonê de berbiçave û hêzên mezin ên cîhanê vê yekê bi erênî dinirxînin.

Lê li beramber vê yekê, gelek gêncên Kurd jiyana xwe ji dest didin û hema bi awakî rojane li herêmên Kurdan termên wan binax dibin.

Rêveberiya xweser dibêje erka wan ewe têkbirina Daiş li her cihekî li Sûriyê û bi taybetî li navçeyên nêzîkî herêmên Kurdan.

Aliyê opozisyona rêveberiyê dibêje, “Ev ne şerê me ye û ew dê tenê nakokiyan di navbera pêkhateyên civakê de kûrtir bike.”

Gelo qezenca Kurdan ji vî şerî çiye û dikare çi sûdê bide herêmên Kurd li Sûriyê?

Kobanî wek bajarekî nêzîkî Minbicê ta çi astê baca vî şerî dide, çi ji aliyê abûrî ve û çi ji aliyê hêzên mirovî ve.

Bernameya Hest û Helwest bi beșdarbûna du mîvanan ronî dide ser vê babetê:

Mislim Mihemed, endamê mekteba siyasî ya Partiya Demuqrat a Kurdistan a Sûriyê ku li Tirkiyê dimîne, Bextiyar Hisên, Pizîşkê birînsaziyên giştî ku li Kobaniyê dimîne û Gêlo Îsa, endamê komîta navendî ya Partiya Demuqrat a Kurdî Sûrî ku li Kobaniyê dimîne.

Ji bo guhdarîkirina li bernameyê, faylê deng veke

Hest û Helwest 08_02_16
please wait

No media source currently available

0:00 0:26:53 0:00

XS
SM
MD
LG