Hilmetên leşkerî berdewam dibin bo rizgarkirina bajarê Minbicê ji destê DAIŞ bi hewildaneke mezin ji aliyê Hêzên Sûriya Demokratîk û alîgirên wê û piştevaniya hêza hevpeymaniya navdewletî bi serkêşiya Amerîka.
Dengê Amerîka hevpeyvînek bi peyvdarê encûmena leşkerî ya Minbicê Şervan Derwîş re kir, da ku rewşê zelal û şîrove bike.
Birêz Derwîş li ser nûçeyên rizgarkirina Minbicê bi tevayî got: "Şer berdewam dibe û serkeftinên mezin bi dest şervanên me dikeve lê hîna jî 10% ji bajêr di jêrî destê DAIŞ de ye."
Herwiha jî Derwîş bal kişand li ser rewşa kesên sivîl yên di bajêr de dorpêçkirî mane ji aliyê DAIŞ de û metirsîna li ser jiyana wan û got ji ber wê em bi haydarî şerê xwe dikin da ku ziyan negihê wan kesên sivîl.
Di dawiya axeftina xwe de Derwîş got: "Rizgarkirna Minbic gelekî girîng e ji hemî cîhanê re, ji ber ew dergeha DAIŞê ye bi Tirkiye û Ewrûpa re, divê ew degeh bê girtin û DAIŞ li wir nemîne."