Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ehmed Qasim Bandora Rizgarkirina Minbijê li Daiş Şîrove Dike


Ehmed Qasim
Ehmed Qasim

Doh şemiyê hat ragihandin ku hêzên Sûriya Demuqrat bi tevahî bajarê Minbijê dorpêç kirin û êdê hindik maye ku rizgarkirina bajêr bi awakî fermî bête ragihandin.

Eger Minbij rizgar bibe gelo ta kîjan astê dê ziyan bigihe çekdarên Daiş li ser Erdê?

Şîrovekarê Siyasî Ehmed Qasim di hevpeyvînekê de li gel Dengê Amerîka Minbij wek paytexta duyem a Daiş da nasîn û got:

“Rizgarkirina Minbijê dê baskeka Daiş li Sûriyê qut bike û dê Reqqa tenê ji aliyê rojhilat ve vekirî bimîne ji bo wan.”

Qasim ku li Tirkiyê dimîne bal kişand ser helwesta Tirkiyê di derbarê berferehbûna desthilata Partiya Yekîtiya Demuqrat PYD de li navçeyê û diyar kir ku tirsa Tirkiyê ewe PYD ji bakurê Sûriyê alîkariya PKK bike.

Ji bo guhdarîkirina li hevpeyvînê faylê deng veke

Ehmed Qasim 08_07_16
please wait

No media source currently available

0:00 0:10:50 0:00

XS
SM
MD
LG