Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Şelal Geddo Behsa Pêşketinên Serhildêrên Sûrî li Helebê Dike


Şelal Geddo
Şelal Geddo

Çavdêriya Sûrî ya mafê mirov ku bingeh li Londonê ye dibêje Pêşketinên leşkerî yên serhildêrên Sûriyê li dijî hêzên hikûmetê li bajarê Helebê, yek ji serkeftinên herî girîng in di 5 salên şerê welêt de.

Di demekê de ku Pêşketin ji aliyê serhildêr û sivîlan de bi aheng û şahiyan hatin pêşwazîkirin, hin metirsî hene li dor dorpêçkirina xelkê sivîl li herêmên aliyê hikûmetê.

Niwênerê Encûmena Niştimanî ya Kurdî ENK-S di Hevpeymaniya Opozisyona Sûrî de Şelal Geddo, di hevpeyvînekê de li gel Dengê Amerîka ronî da ser van pêvajoyan û got:

“Em wek ENK-S û cadeya Kurd li Sûriyê, bi grîngî li van pêşketinên serhildêran temaşe nakin, li tersî vê yekê, em piraniya wan gurûpan wek terorîst dibînin.“

Geddo ku li Hewlêr dimîne, di dirêjiya hevpeyvînê de diyar kir ku gelek ciyawazî û nakokî di navbera ENK-S û Hevpeymaniya Opozisyona Sûrî de hene û pênasîna wan gurûpan jî yek e ji wan nakokiyan.

Şelal Geddo 08_08_16
please wait

No media source currently available

0:00 0:06:45 0:00

XS
SM
MD
LG