Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Sozdar Xalid: Rizgarkirina Minbic, Rizgarkirina Jina Sûrî ye ji Daiş


Hêzên Sûriya Demokratîk û hêza hevpeymaniya navdewletî bi serpereştiya Amerîka, bajarê Minbic ji destê Daiş bi giştî rizgarkirin.

Di derbarî rewşa bajarê Minbicê piştî rizgarkirna wê ji Daiş û rewşa xelkê bajêr. Dengê Amerîka hevpeyvînek bi hevseroka encûmena şaredariya bajarê Minbicê Sozdar Xalid re kir, da ku rewşa bajêr bêtir zelal bike û erk û stûbariya şaredariyê di alîkariya xelkê de berçav bike.

Sozdar li ser rizgarkirina Minbicê dibêje: " Rizgarkirin Minbicê, rizgarkirina jina Sûrî ye bi giştî ye ji destê Daiş û setemkariya wan."

Herwiha jî xanim Sozdar got, ku encûmena şaredariyê bi hemê erkê xwe yê neştumanî radibe, bo dana alîkariyê ji xelkê bajêr re û damezrandina komelên xwecihê ji hemê pêkhateyên Minbic û gundewarên wê, ta karibin jiyana xwe birêve bibin û jiyaneke hevbeş bi hev re bijîn.

Hevpeyvîna Sozdar Xalid-8-13-2016-LA
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:31 0:00

XS
SM
MD
LG