Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkiyê ji Amerîka Daxwaza Girtina Gulen Dike


Ajansa Nûçeyan a Tirkiyê Anadol îro şemiyê got, desthilatdarên Tirkiyê daxwazeke fermî amade kirin ji bo girtina demkî ya rêberê ayînî Fethullah Gulen li dor rola wî di hewildana têkçûyî ya Kudetaya 15ê meha borî de.

Ew dibêje daxwaz hatiye pêşkêşkirin bo wezareta dadwerî ya Tirkiyê da ew bighîne desthilatdarên Amerîka.

Tê zanîn, Anqera dibêje tevgera Gulen berpirs e li dor kudetaya beravêtî, ku di encamê de bêhtirî 270 kes jiyana xwe jidestdan.

Anqera tevgera Gulen wek rêxistineke terorîs dide nasîn û dibêje, serkirdeyê wê yê, ku Amerîka dimîne û toreke beerfereh a dezgehên xêrxwazî û dibistanan li seranserî cîhanê birêve dibe, divê bête vegerandin bo Tirkiyê da rastî dadgehkirinê bibe.

Washinton dibêje wê pêwîstî bi belgeyan heye li dor rola wî û tevgera wî di kudetayê de.

Gulen tawanên Tirkiyê red dike û dibêje destê wî di kudetaya leşkerî de nîne.

Hêjayî gotinê ye, doh înê, wezîrên derve û dadwerî yên Tirkiyê ragihandin ku şandeka ji çar kesan a wezareta dadweriya Amerîka dê roja 22 mehê bigihin Tirkiyê û li gel hevtayên xwe yên Tirk kombin ji bo guftûgokirina daxwaza Tirkiyê di vê derbarê de.

Anadol got serokwezîr Tirkiyê Binalî Yildirim îro şemiyê ragihand ku Joe Biden, cîgirê serokê Amerîka, dê di wê demê de serdana Tirkiytê bike.

XS
SM
MD
LG