Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îraq 36 Endamên Daiş Bidarve Dike


Berpirsên Îraqê dibêjin wan 36 kes bidarvekirin ku hatibûn gunehbarkirin bi komkujiya bi sedan serbazên Îraqî ji aliyê gurûpa Daiş ve di sala 2014an de.

Parêzgar Yahya el-Nasirî dibêje ew îro yekşemê di zindana Nasiriye de, li başûrê Îraqê hatin bidarvekirin.

Berpirsekî wezareta dadwerî ya Îraqê, ku nexwest navê xwe diyar bike ji ber wî mafê ragihandinê nebû, bidarvekirin piştrast kir.

Hêjayî gotinê ye, di havîna sala 2014an de Daiş derdora 1,700 serbaz li bingeheke leşkerî girtin, dema gurûpê bajarê Tekrît control kir, û pitşre wêneyên wan li ser internet belavkirin ku diyar dike çawa ew tên gullebarankirin.

Kesên bidarvekirî hatibûn girtin piştî hêzên Îraqê di sala 2015an de bajarê Tekrît rizgarkirin û ji aliyê dadgehê ve, demekê berê îsal, bi mirinê hatin cezakirin.

XS
SM
MD
LG