Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Mahmut Togrul: Êrîşa Entabê li Dijî Kurdan bû


Doh êvarê li navçeya Şahibeylî ya Entabê, di daweteke malbatek ji navçeya Perwariya Sêrtê ji aliye endamek Daiş êrîşeke bombeyî ya xwekuj pêk hat. Di teqînê de, ku piraniya wan zarok bûn, 50 kes hatin kuştin, ji 100î zêdetir birîndar hene. Rewşa 40 kesî girane.

Parlamenterê HDPê yê Entabê Mahmut Togrul, li Entabê derbarê vê rewşê agahî dan.

Wî got “Ev êrîş li ser Kurdan hatiye kirin. Jiber ku malbata dawetê endamê partiya me ye û ew jî di salên 90î de ji ber şer û pevçûnan ji Sêrtê koç kirine."

Birêz Togrul dibêje di rojên ku KCK’e di daxuyaniya xwe de îşareta vegera pêvajoya çareseriyê dide û Minbic ji Daiş rizgar dibe ev êrîş "ne tesaduf e."

Ahmed jî li taxa ku teqîn çêbuye dibêje daweta kurdan bi taybet hedef hatiye girtin.

Ew jî dibêje piraniya qurbaniyan nas û xizmên hev in.

Hun dikarin agahiyên zêdetir li ser fayla deng guhdar bikin

Raporta deng
please wait

No media source currently available

0:00 0:05:22 0:00

XS
SM
MD
LG