Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hest û Helwest: Plana Rizgarkirina Bajarê Cerablusê


Hewas Xelîl û Ronî Elî
Hewas Xelîl û Ronî Elî

Roja Yekşemê berpirsekî serhildêrên Sûrî ragihand ku hin gurûpên serhildêr yên di bin ala Artêşa Sûrî ya Azad de şer dikin dê di van rojkên bê de ji aliyê Tirkiyê ve êrîşekê bibin ser bajarê Cerablus da wê ji çekdarên Daiş rizgar kin.

Şervanên ku piştgiriya Tirkiyê werdigrin, li gor berpirsê ku nexwest navê xwe diyar ke, li cihekî nêzîkî sînor xwe kome serhev dikin.

Jêdereke din a serhildêran got ew li kampeke leşkerî li Qarqamiş kom dibin û xwe amade dikin.

Qarqamiş bajarokekî Tirkiyê ye û yekser li beramberî bajarê Cerablusê ye.

Piraniya van şervanan ji Feyleq el-Şam, Sultan Murad, Ehrar el-Şam û Cebha el-Şamiyê ne û ew ji parêzgeha Idlib û bajarokê Ezazê derbasî Tirkiyê dibin.

Li gor çavdêran, eger hat û ev plan derbasî warê piratîkê bû, dê bandoreke neyînî bide ser hêviyên hêzên Kurd di berferhkirina navçeyên xwe de.

Ew dê nehêle çi êrîş ji aliyê Hêzên Sûriya Demoqrat (HSD) de bibin li ser bajêr.

Eger hat û ev senaryo pêk hat, dê rewş li ser erdê ber bi ku ve biçe?

Tirkiyê ta çi radeyê piştgiriya vê gavê dike û ta çi astê dê tevlê be?

HSD û bi taybetî şervanên Kurd dê çawa bi vê yekê re bidin û bistînin?

Bernameya Hest û Helwest bi beşdarbûna du mêvanan ronî dide dide ser vê babetê:

Hewas Xelîl, Endamê desteya siyasî ya koalisyona opozisyona Sûrî ku li Tirkiyê dimîne û nivîskar Ronî Elî ku li Herêma Kurdistana Îraqê dimîne.

Ji bo guhdarîkirina li bernameyê, faylê deng veke

Hest û Helwest 08_23_16
please wait

No media source currently available

0:00 0:22:20 0:00

XS
SM
MD
LG