Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Êrîşekê de li Başûrê rojhilata Tirkiyê 4 Serbaz Birîndar Dibin


Ajansa nûçeyan a Tirkiyê dibêje 4 serbaz birîndar bûn di êrîşekê de ji aliyê çekdarên Kurd ve li başûrê rojhilata welêt.

Ajnasa Anadol dibêje çekdarên Partiya Karkerên Kurdistan PKK îro şemiyê êrîşî xaleke leşkerî kirin li navçeya Şemdinli ya parêgeha Hekarî.

Wê got du serbaz di rewşeke nebaş de ne û leşkerê Tirkiyê hewil didin çekdaran bigrin.

Li gor ajanasa Anadol, ji dema hilweşandina piroseya aştiyê ve di navbera Tirkiyê û PKK de, havîna borî, bêhtirî 600 serbaz û bi hezaran çekdarên PKK hatine kuştin.

Gurûpên mafê mirov dibêjin bi sedan xelkê sivîl jî di van pevçûnan de jiyana xwe ji dest dan.

Hêjayî gotinê ye 11 endamên polîs roja înê hatin kuştin di encama êrîşekê de li bajarê Cizre ku bi riya bumbekirina erebeyekê pêk hatibû.

XS
SM
MD
LG