Amerîka û Çînê ku sedemên sereke yên pîsbûna Keşû hewayê ne, erê kirin li ser rekeftina Parîsê di vê derbarê de ku armanc jê rêkeftina cîhanî ya guhertina keş û hewayî, îsal bête pêkanîn di navbera hemî welatên beşdar de.
Serokê Amerîka Barack Obama û yê Çînê Xi Jinping ev erêkirin ragihgandin di kombûnekê de li Hangzhou ya ku mîvandariya kombûna îsal a gurûpa 20 (G-20) dike.
Obama got:
“ Ev şerê han ne yê welatekî ye ku bi tenê xwe bike, herçendî ew welat bihêz be. Rojekê emê li vê yekê temaşekin wek gavekê ku me tê de gerdûna xwe parast."
Xi, ji aliyê xwe ve hêvî kir ev ragihandin sûdê li her aliyekî bike û got:
"Bersivdana me li guhertina keş û hewayê bandorê dide ser siberoja xelkê me û xweşiyê ji bo mirovahiyê.”
Brian Deese, mezinê rawêjkarên serok Obama, got ragihandina Bêjîn û Waşinton rê bi awakî diyar vedike da rêkeftina Parîsê îsal derbasî qonaxa cîbecîkirinê be.