Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Tirkiyê 11 Serbaz Tên Kuştin


FILE - Turkish soldiers stand guard at a check point on the main road between Mardin and Cizre in southeastern Turkey, Sept. 9, 2015.
FILE - Turkish soldiers stand guard at a check point on the main road between Mardin and Cizre in southeastern Turkey, Sept. 9, 2015.

Medya Dewleta Tirkiyê îro şemiyê ragihand ku 11 serbaz hatin kuştin û 28 birîndar bûn li rojhilat û başûrê rojihilata Tirkiyê di pevçûnên di navbera hêzên Tirkiyê û çekdarên Kurd de.

Ev jimar encamên operasyonên leşkerî yên ciyawazin li parêzgeha Hekarî ya li başûrê rojhilat û ya Wanê li rojhilata welêt li dijî endamên Partiya Karkerên Kurdistan PKK.

Ajnasa Anadol a dewletê got 3 serbaz hatin kuştin û 20 birîndar bûn li Hekarî îro şemiyê sibehê.

Daxuyaniyeke hêzên leşkerî yên Tirkiyê got 33 çekdarên Kurd hatin kuştin û 30 birîndar bûn di operasyona berdewam de.

Nivîsîngeha parêzgarê Wanê di daxuyaniyekê de îro şemiyê got 8 serbaz hatin kuştin û 8 birîndar bûn di operasyona doh înê de li derdora çiyayê Tendorek.

Daxuyaniya hêzên Tirkiyê di vê derbarê de got 13 çekdar hatin kuştin di operasyonê de.

Operasyon, li gor ajansa Anadol, sê êrîşên esmanî bûn.

XS
SM
MD
LG