Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Qado Şêrîn: Rêjîma Sûrî Sûdê ji Nakokiyên Amerîka û Rûsya Werdigire


Wezîrê Derve yê Amerîka John Kerry û hevtayê wî yê Rûsî Sergei Lavrov di roja duyem a hewildanên gihîştina rêkeftinekê de li dor agirbestekê li Sûriyê, têkçûn.

Serokê Amerîka di vê derbarê de got nakokî di navbera Amerîka û Rûsya de li darin li dor aliyên şer li Sûriyê.

Nivîskar Qado Şêrîn di hevpeyvînekê de ligel Dengê Amerîka ev têkçûna han şîrove kir û got pêwîste Amerîa tiştekî rijdî bike da bihêle Rûsya pêgir be bi rêkeftinekê li dor Sûriyê.

Wî got:

"Eger herdû welat nikaribin pirsgirêka Sûrî çareser bikin, ev tê wateya ku berjewendiyên wan nagihin hev, an jî lihevkirinek di navbera wan de heye."

Şêrîn ku li Holenda dimîne, dibêje lihevnekirina her du welatên mezin piştgiriya rêjîma Sûrî dike.

Ji bo guhdarîkirina li hevpeyvînê faylê deng veke

Qado Şêrîn 09_05_16
please wait

No media source currently available

0:00 0:08:09 0:00

XS
SM
MD
LG