Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hest û Helwest:Têkçûna Amerîka û Rûsya di Gihîştina Rêkeftinekê de li dor Sûriyê


Şelal Gedo û Ebdela Îmam
Şelal Gedo û Ebdela Îmam

Li dirêjiya du rojan herdû wezîrên derve yên Amerîka û Rûsya têkçûn di gihîştina rêkeftinekê de li dor sepandina agirbestekê ku bibe bingeh ji dîtina çareseriyeke siyasî re li Sûriyê.

Serokê Amerîka Barak Obama doh duşemê got wî John Kerry agahdar kir û serokê Rûsya Vladimir Putin jî Sergei Lavrov agahdar kir ku berdewam bin di karkirina li dor agirbestekê de.

Berpirsên wezareta derve ya Amerîka dibêjin nakokiyên wan û Rûsya hin pirsgirêkên teknîkî ne û dê di vê hefteyê de kar bikin li ser çareserkirana wan.

Çi ne ew pirsgirêkên teknîkî yên nahêlin du welatên wek Amerîka û Rûsya li dor wan bigihin hev?

Eger ev herdû welat nikarin bigihin rêkeftinekê li dor sepandina agirbestekê, dê çawa karibin çareseriyekê ji rewşa Sûriyê bi tevahî re bibînin?

Bernameya Hest û Helwest bi beşdarbûna du mîvanan ronî dide dide ser vê babetê:

Şelal Gedo, Sekreterê Partiya Çep a Demuqrat a Kurd li Sûriyê û endamê koalisyona opozisyona Sûrî ku li Herêma Kurdistana Îraqê dimîne, û parêzer Ebdella Îmam ku li Almanya dimîne.

Ji bo guhdarîkirina li bernameyê, faylê deng veke

Hest û Helwest 09_06_16
please wait

No media source currently available

0:00 0:22:30 0:00

XS
SM
MD
LG