Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Abdulla Ocelan Dê Malbata xwe Bibîne


Ajansa Nûçeyan a Tirkiyê dibêje desthiladarên Tirkiyê dê rê bidin serkirdeyê Partiya Karkerên Kurdistan PKK Abdulla Ocelan ku di cejna qubanê de li gel malbata xwe kom bibe.

Ajansa Anadol îro şemiyê ragihand ku Ocelan rêdan wergirt ji bo dîtina birayê xwe di cejna Qurbanê de.

Proseyê îro şemiyê destypêkir lê dema serdanê hîn ne diyare.

Hêjayî gotinê ye serdana dawî bo Ocelan, a di meha Nîsanê de, ew ji aliyê endamên komîta Ewrupî ya nehêştina êşkenciyê bû.

Nehêştina serdana Ocelan, bûye cihê gurkirina dijminahiyê di navbera Enqera û çekdarên Kurd de.

PKK diyar kir ku ev yek bû sedema êrîşa mirdar a derengî Tebaxê ku di encamê de 11 polîs hatin kuştin.

Hefteya borî, partiya alîgira Kurdan huşdarî da ku dê tengijîn gurtir bibin eger di demeke nêzîk de tiştek ji Ocelan neyê bihîstin.

XS
SM
MD
LG