Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Êrîşên Esmanî yê Koalisyonê 62 Serbazên Sûrî Dikujin


Peyvdarekî wezareta berevaniya Rûsya dibêje 62 serbazên Sûrî hatin kuştin di encama êrîşeke esmanî de ji aliyê koalisyona navnetewî ya bi serkirdayetiya Amerîka.

General. Igor Konashenkov dibêje êrîşa îro şemiyê li firokxaneya Dêr el-Zor li rojhilata Sûriyê, ew bi du firokên F-16 û du yên A-10 bûn.

Wî negot firokên kîjan welatî bûn lê got yên koalisyonê bûn.

Konashenkov dibêje desthiladarên Sûrî ji wan re gotin 62 serbazên wan hatin kuştin û bêhtirî 100 din birîndar bûn.

Ew dibêje firok ji aliyê sînorê Îraqê ve hatin.

XS
SM
MD
LG