Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Amedê 24mîn Xelatên Musa Anter ên Rojnamegeriyê Tên Belavkirin


Diyarbekir
Diyarbekir

Piştî qetilkirina ronakbîrê Kurd Musa Anter, li ser navê wî her sal xelatên rojnamegeriyê tê lidarxistin.

Encamên xelatên 24mîn, doh di bernameyek taybet de, li Amedê li Navenda Çanda Cegerxwînê hatin belavkirin.

Gelek siyasetvan, rojnamevan, û herwiha nûnerên rêxistinên sivîl di bernamê de amade bûn.

Hevseroka Cemiyeta Rojnamevanên Azad Nevîn Erdemir axaftina xêrhatinê kir û bibîr xist ku "di nav salek de piştî şer û pevçûna zexta li ser rojnamegeriyê pir zêde bûye û bi dehan rojnamevan niha di zindanê de ne. Bi van kirinan tê xwestin ku çavê rojnamevanan bitirsînin, lê em dest ji rastiyan bernadin.”

Hevşaredarê Amedê Firat Anlî jî got berxwedana gelê Kurd bû roniya tekoşîna Apê Musa.

ji bo guhdarîkirina li dirêjiya Raportê faylê deng veke

Raporta Xecîcan Farqîn
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:55 0:00

XS
SM
MD
LG