Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hest û Helwest: Tirkiyê û Stratejiya Têkbirina DAIŞ


Redîf Mistefa û Kemal Sîdo

Wezîrê Derve yê Tirkiyê dibêje koalisyona navnetewî pêwîstî bi stratejiyekê heye ji bo têkbirina Daiş bê hebûna serhildêrên Kurd ku Tirkiyê wan wek terorîst dide nasîn.

Di konferanseke rojnamevanî de, Mevlut Cavusoglu got Kurd di paqijkirina Îraqê û Sûriyê ji çekdarên Daiş de nikarin bibin hevkar.

Wî got bêhtirî 200 şervanên Kurd hîn li bajarê Minbicê ne, ligel sozên Amerîka ku dê bo rojhilata Çemê Ferat vegerin.

Wî pirsî:

“Eger tu nikaribe 200 şervan vegerîne, çawa tu dê li cihên din bi wan bawer be? “

Axaftinên Cavusoglu çawa dikarin bên wergerandin li ser erdê û Tirkiyê bi xwe çi pilan hene di vê derbarê de.

Bê hebûna şervanên Kurd, Amerîka û hevalbendên wê çawa dê karibin Daiş têk bibin.

Gelo Tirkiyê dixwaze grubên îslamî yên Sunnî bibin alternatîv ji Kurdan re, yan ew tenê dixwaze Kurd ji aliyê civaka navnetewî ve bên paşguhxistin .

Bernameya Hest û Helwest bi beşdarbûna du mêvanan ronî dide ser van babetan:

Kemal Sîdo, berpirsê nivîsîngeha rojhilata navîn a komeleya Gelên Bin Gefê de ku li Almanya dimîne û Redîf Mistefa, parêzer û çalakvan ku li Tirkiyê dimîne.

Jibo guhdarîkirina li bernameyê, faylê deng veke

please wait
Embed

No media source currently available

0:00 0:22:03 0:00

Şîroveyan bibîne (1)

Ev forume hate girtin.
XS
SM
MD
LG