Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Mihemed Hecî: Herdû Aliyên Şer li Helebê Sivîlan Armanc Dikin


Firokên şer yên hikûmeta Sûrî û yên Rûsî bi awakî berdewam aliyê rojhilata bajarê Helebê, ku di bin deste serhildêran de ye, bumbebaran dikin û zincîra dawî ya êrîşan nexweşxane ji xwe re kirin arman.

Ev kirîza dawî ya piştî têkçûna agirbestê di navbera herdû aliyan de, bû sedema dorpêçkirina bi sedan hezar kes û negihîştina alîkariyên mirovahî bo wan.

Berpirsê Partiya Yekîtiya Demukrat(PYD) Mihemed Hecî, di hevpeyvînekê de li gel Dengê Amerîka rewşa niha ya bajêr şîrove kir û got:

“Herdû aliyên şer li Helebê bi çekên giran sivîlan ji xwe re dikin armanc ku gelekan ji wan jiyana xwe ji dest dan û yên mayî jî dorpêçkirî ne. “

Hecî ku li Helebê dimîne bal kişand ser rewşa taxa Şêx Meqsûd, a di bin destê hêzên Kurdî de,û diyar kir ku Kurd li wir tenê berevaniya xwe dikin û eger kes êrîşî wan neke ew dê tevlî şer nebin.

Ji bo guhdarîkirina li hevpeyvînê faylê deng veke

Mihemed Hecî 10_03_16
please wait

No media source currently available

0:00 0:07:58 0:00

XS
SM
MD
LG