Devera Efrîn yan (ÇIiyayê Kurmênc) li herêma kurdî li Sûriye, ne tenê naskiriye bi suriştiya xwe ya ciwan û rengîn, lê belê bi dengê hunermendên xwe yên zelel jî tê naskirin, ku bi salan hunermendê wê deverê ked dane hunera kurdî, ji Cemîl Horo, Reşîdê Mam Çûçam, Ibramê Tirko û mala Hec Nasir ta Bavê Selah û bi dehan ji hunemendên birêz û hêja .
Efrîn sal bi sal vî mîratî, dide destê nifşekî li pey nifşekî da ku ev kaniya hunera wê zuha nebe.
Rengîn Mehmûd yek ji wan keçên Efrînê ye ku bi hezkirin dest bi stranan kirye û ketiye nav jiyana wê.
Rengîn mîna gelek ji hunermendên kurdan, derfetên baş bi destê wê neketiye ku ew dengê xwe li pêşxe û li nav guhdaran belav bike, lê ew her berdewame di şopandina hunera xwe û hezkirina mûzîk û sitranan.