Rûsiya ragîhand ku ew dixwaze heta hetayî li ser xaka Sûriye bimîne û firokxana Himêmîm bike bengeheke lişkerî ji hêza xwe ya leşkerî re.
Dengê Amerîka hevpeyvînek bi şîrovekarê siyasî Mûnîr Şêxê re kir, da ku vê gava Rûsî şîrove bike û encama wê li ser rewşa Sûrî ve giftûgo bike.
Birêz Şêxê dibêje: Rûsiya bê çare maye, ji ber wê divê berjewendiyên xwe li herêmê biparêze û nehêle rêjîma Esed bê rûxandin.
Herwiha jî Şêxê anî ziman, ku ta nuha tu pilanên bikêrhatî ji bo çareseriyê tune ne, ne ji aliyê Amerîka û ne jî ji aliyê Rûsiya ve û dibe, ku şer deh salên din berdewam bibe.