Çekdarên Partiya Karkerên Kurdistan PKK îro yekşemê bi bombekirina erebeyekê li derveyî bingeheke leşkerî li başûrê rojhilata Tirkiyê, 8 leşker kuştin û 5 birîndar kirin, li gor ajansa dewletê Anadol.
Leşkerên Tirk, wek besivdan ji vê êrîşê re, dest bi operasyonekê kirin.
Daxuyaniyeka hêzên leşkerî yên Tirkiyê, li gor Ajansê, got êrîşa li derveyî bingeheka polîs li ser riya Şemdinli û Yuksekova, ew karê PKK bû.
Tê zanîn ev bû saleke Tirkiyê rastî pêleka êrîşan tê ji aliyê PKK û Daiş ve ku di encamê de bi sedan kes jiyana xwe jidest dan.
Şer di navbera PKK û hêzên Tirkiyê de careke din gur bû piştî têkçûna agirbesta du salî di navbera wan de. ji wê demê ve 600 kesayetiyên ewlekariya Tirkiyê û bi hezaran çekdarên Kurd hatin kuştin, li gor Anadol.
Gurûpên mafê mirov dibêjin bisedan xelkê sivîl, her wiha di van pevçûnan de, jiyana xwe ji dest dan.