Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bahoza Mathew li Amerîka Lawaz Dibe


Bahoza Mathew li Amerîka ber bi dawî diçe piştî hefteyekê li giravên Karîbyan û qeraxa Amerîka ku bû sedema kuştina nêzîkî hezar kes, piraniya wan li Haiti bûn.

Bahozê her wiha civak bi tevahî hilweşandin û çandinî têk birin li komara Dominikan, Jamaika, Kûba û Bahamas.

Haiti sê roj şînên niştimanî ragihandin, li gor nivîsîngeha serok Jocelerme Privet, wek hevsozî li gel xwedî û dostên qurbaniyên Mathew û rûniştvanên navçeyên ketî bin bandora wê.

Mathew niha berî li bakurê rojhilat li wîlayeta Karolayna Bakur e, li gel beza 120 km di demjimêrekê de ku nîva hêza wê ya destpêkê ye.

Ew bihêztirîn bahoze li Amerîka di deh salên borî de û yek ji dirêjtirîn yeke di dîrokê de bi dema mayîna xwe, lê ziyana wê li Amerîka gelek kêmtire ji ya ku pêşbêniya wê dihat kirin.

XS
SM
MD
LG