Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Jimara Kuştiyên Êrîşa Şemzînanê Dibe18 Kes


Îro li navçeya Hekkarê, Şemzînanê li nêzî bingehek leşkerî bi wesayîteke bombebarkirî, êrîşek pêk hat. Serokwezirê Tirkiyê Bînalî Yildirim di derbarê êrîşê de got “10 polîs û 8 sivîl hatin kuştin û 16 kes birîndar bûn. êrîş ji aliyê PKKê ve hatiye kirin û di êrîşê de 5 ton bombe hatine bikar anîn.”

Wezirê Geşepêdanê Lutfî Elvan jî got ji ber ku di operasyonan de biser bingehên PKKê de diçin û PKK ketiye tengasiyê, ev êrîş pêk tên. Wezir Elvan got di operasyonên mehek de 400 endamên PKKê hatine kuştin.

Hêjayî bîrxistinê ye, di 7ê mehê de li Stmebolê li nêzî bingeheka polîsan a taxa Yenibosnayê motorbiykek bombebarkirî jî hatibû teqandin. 10 kes birîndar bibû. Rêxistina bi navê Terên Bazên Azadiya Kurdistanê (TAK) êrîşê girtibû ser xwe.

Di demên dawî de PKK li herêma kurdan, TAK jî li bajarên rojavayê Tirkiyê êrîşên bombekirî pêk tîne.

Heta neha li Midyad, Bismili Çinar, Koser, Nisebîn, Dicle, Lice, li ser avahiyên bingehên polêsan bi dehan êrîşên bombeyî pêk hatin. Di nav de sivîl jî bi dehan polês û leşker jiyana xwe jidest dan.

Raporta Xecîcan Farqîn
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:10 0:00

XS
SM
MD
LG