Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump û Clinton Îşev Tevlî Gotûbêja Duyem a Hilbijartinan Dibin


Kandîdê komarî Donald Trump û ya Demukrat Hillary Clinton îro yekşemê tevlî gotûbêja xwe ya duyem a hilbijartinên serokatiyê dibin, li gel ku gelek berpirsên komarî daxwaz ji Trump kirin ku xwe ji vê pêşbirkê bikşîne piştî belavbûna vîdyoyeka wî ya sala 2005an ku tê de axaftinên ne baş arasteyî jinan dike.

Trump doh şemiyê daxwaza loborînê kir li dor wê vîdyoyê, lê wî got ew dê bi çi şêweyî berî mehekê ji hilbijartinan xwe ji pêşbirkê venekşîne.

Lê Clinton, a ku çavlirê ye bibe yekem seroka jin bo Amerîka, hîn çi axaftin li dor vîdyoya Trump nekirine û xwe amade dike ku îşev tiştekî di vê derbarê de bêje, li bajarê St.Louis ê wîlayeta Missori.

Trump di vîdyoya xcwe ya lêborînê de got,”Min tiştên ne zîrek gotin, lê ciyawazî zore di navbera gotinan û kiryarên hin kesên din de. Bill Clinton bi awakî nebaş bi jinan re da û stand û Hillary gef li wan dan.”

Hêjayî gotinê ye, rapirsîneka 1500 dengdaran ji aliyê malpera siyasî Politico ve, piştî belavbûna vîdyoya Trump, diyar kir ku 70 ji sedî ji demukratan û 12 ji sedî ji komariyan bawerin ku Trump divê xwe bikşîne ji pêşbirka serokatiyê.

XS
SM
MD
LG