Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ebdella Îmam Behsa Girtina Penaberekî Sûrî li Almanya Dike


Abdulla Imam

Polîsên Almanî îro Duşemê penaberekî Sûrî bi navê Jabir el-Bekir girtin bi gumana pilankirina êrîşekê li wir.

El-Bekir ji xelkê derdora paytexta Sûriyê Dîmeşq e, ew ji sala 2015'an ve li Almanya ye, dema ew bi awakî fermî wek penaber hate pejirandin.

Di demekê de hin şîrovekar dibînin ev nûçe ne bi dilê rawêjkara Almanî ye, ji ber ku dê li dijî wê bê bikaranîn li dor vekirina s'norê Almanya ji bo penaberan, hin dibêjin ev kiryareka tekane ye û çi bandore nade ser rewşa giştî ya penaberan.

Parêzer Ebdella Îmam di hevpeyvînekê de li gel Dengê Amerîka, ronî da ser vê babetê û got:

“Herçendî Daiş şêweyên hovane di kuştina xelkê de bikar tînin, ez bawer nakim kiryareka wiha tekane bandorê bide ser rewşa penaberan bi giştî li Almanya. “

Imam ku li Almanya dimîne bal kişand ser nakokiyên di navbera partiyên siyasî yên Almanya de û diyar kir ku kiryarên wiha tenê ji bo mebestên siyasî tên bikaranîn.

Ji bo guhdarîkirina li hevpeyvînê faylê deng veke

please wait
Embed

No media source currently available

0:00 0:07:50 0:00

XS
SM
MD
LG