Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hest û Helwest: Helwesta Fransa li Dor Rûsya û Êrîşên wê yên Esmanî li Sûriyê


Kadar Pîrê û Zara Salih

Frensa dibêje renge Rûsya rastî gunehkariyên şer bibe li dor helmeta bumbekirina bajarê Helebê.

Wezîrê derve yê Fransa Jean-Marc Ayrault got ew dê rawêjkariyan bike li gel dozgerên dadgeha gunehkariyan a navnetewî ji bo birêvebirina vekolînan li dor kiryarên Rûsya li Helebê.

Lê ne diyare çawa dadgeh dikare vekolînan bike di demekê de ku Rûsya û Sûriya ne endamê dadgehê ne.

Ev axaftin û hewildan tên pişt bikaranîna Rûsya mafê veto li Neteweyên Yekgirtî li dor piroje biryareke Fransî ya rawestana şer li Helebê.

Di vê dema ku civaka navnetewî hewil dide bingheke hevbeş bibîne ji Rûsya û Amerîka û aliyên şer li Sûriyê re, rêjîma Sûrî bi piştgiriya êrîşên esmanî yên Rûsî berdewame di helmeta xwe de li rojhilata bajarê Helebê.

Gelo Fransa dikare çi bike ji bo rawestana bumbekirina li Sûriyê di demekê de ku Amerîka negihîşt çi encamên berbiçav li gel Rûsya?

Rûsya çima wiha rijde û bi hemî hêza xwe derbasî Sûriyê bûye?

Hevalbendên Amerîka yên din wek Birêtanya û Almanya dikarin çi bikin ji bo rawestana Rûsya û êrîşên wê?

Bernameya Hest û Helwest bi beşdarbûna du mîvanan ronî dide ser van babetan:

Şîrovekarê siyasî Zara Salih ku li Brêtanya dimîne û birêvebirê rêxistina Kurd bê Sînor Kadar Pîrê ku li Fransa dimîne.

Ji bo guhdarîkirina li bernameyê, faylê deng veke

please wait
Embed

No media source currently available

0:00 0:26:33 0:00

XS
SM
MD
LG