Di axaftina xwe ya heftane de li Vatîkan Papa Francis got rawestana şer li Sûriyê divê bête sepandin ta ku sivîl û bi taybetî zarok karibin ji navçeyên têne bumbekirin derkevin.
Axaftinên wî tên di demekê de hemî hewlên navnetewî yên berê, bê encam derketin û hewla dawî agirbesta temen kurt a meha borî bû di navbera Amerîka û Rûsya de li bajarê Helebê.
Çavdêran doh sêşemê gotin bumbekirina navçeyên bin destê serhildêran li rojhilata Helebê ji aliyê firokên şer ên Rûsî ve bêhtirî 20 kesan kuştin.
Çavdêriya Sûrî ya mafê mirov ku bingeh li Londonê ye êrîşên Rûsî yên doh wek girantirîn bumbebaran anîn ziman, ji hefteya borî ve, dema hikûmeta Sûrî ragihand ku dê êrîşên esmanî rawestîne da xelkê sivîl û neçekdar ji wan navçeyan derkevin.
Lê sivîlên baweriyê bi hikûmeta Esed nakin, bi bertferehî ev gav paşguhxistin û serhildêran ew wek pîlaneke sexte ya hikûmetê bi nav kirin.
Li aliyekî din, ajansa nûçeyan a dewletê SANA ragihand ku topbarana serhildêran li ser navçeyên bin destê hikûmetê li rojavayê Helebê, bi kêmanî 4 kes kuştin û 14 birîndar kirin.