Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kerry û Lavrov Dê Roja Şemiyê Krîza Sûrî Guftûgo Bikin


Wezareta Derve ya Amerîka ragihand ku wezîrê derve John Kerry dê roja şemiyê kombûnekê li darxe li gel hevtayê xwe yê Rûsî Sergei Lavrov û dîplomatên hêzên herêmî ji bo guftûgokirina kirîza Sûrî li bajarê Lozanê li Siwîsra.

Kerry dê her wiha rewşa Sûriyê guftûgo bike li gel hevalbendên xwe yên herêmî û navnetewî roja yekşemê 16ê vê mehê, li gor wezareta derve.

Ev hewlên dîplomatîk ên piralî tên piştî Waşinton axaftinên rasterast rawestandin li gel Rûsya li dor agirbesta bajarê Helebê ku bi awakî berdewam rastî êrîşên esmanî yên Rûsya dibe.

XS
SM
MD
LG