Rawêjkara Almanî Angela Merkel dibêje pêwîste Almanya hewlên niştimanî bike ji bo piştrastkirina ku koçeberên doseyên wan hatine redkirin ji Almanya derkevin.
Merkel li konferanseka baska wê ya parêzyar a genkan îro şemiyê got,”Em niha bihêz kar dikin ji bo derxistina kesên doseyên wan bi awakî diyar hatine redkirin.“
Almanya, îsal jimara penaxwazan bi awakî mezin kêmkiriye, piştî wergirtina 890 hezar kes sala borî.
Hikûmet dibêje îsal, di neh mehên pêşîn de, 213 hezar penaxwazên nû gihîştin Almanya.
Lê berpirsên Almanî, ev bû demeke, dibêjin pêwîste Almanya kar bike da ewên daxwazên wan hatî redkirin ji welêt derkevin.