Berpirsên Îraqî dibêjin teqîneke xwekujî kombûneke Şîiî ya sersaxiyê li Bexdayê ji xwe re kir armanc û bi kêmanî 4 kes kuştin û 10 birîndar kirin.
Efserekî polîs got êrîşa îro yekşemê li taxa Jadriyah li ser çemê Dicle rûda, ku piraniya wê Şîiî ne. Kesê xwekujî êrîşî kombûneka sersaxiyê kir ku hatibû lidarxistin bi boneya salvegera mirina Imam Hussein, neviyê pêxember Muhemed.
Berpoirsekî tenduristiyê jimar piştrastkirin. Berpirsan mexwestin navên xwe diyar bikin ji ber ku wan desthilata axaftina li gel medya nebûn.
Daiş di daxuyaniyekê de ku ajansa wan Aamaq belav kir, berpirsiyara xwe ragihand li dor êrîşê.
Ragihandina Daiş bi awakî serbixwe hîn piştrast nebûye.